Erdogan ji Balyozê Amerîkayê re: Deriyên me li ber te girtî ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, bi hinceta ku serdana Kemal Kiliçdaroglu kiriye, nerazîbûn li hember Balzyozê Amerîkayê yê li Enqerê nîşan da û got ku deriyên wî ji balyoz re girtî ne.

Balyozê Amerîkayê yê li Enqereyê Jake Flake roja 29ê Adara borî serdana namzedê Hevpeymaniya Millet bo postê Serokomariya Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu kiribû.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî nerazîbûneke tund li hember wê serdanê nîşan da û got: “Divê em di vê hilbijartinê de dersekê bidin Amerîkayê. Balyozê Biden diçe serdana Kemal Kiliçdaroglu dike? Şerm e. Hinekî aqil be. Tu balyoz î. Hevtayê te yê li vir Serokomar e. Me deriyên xwe girtin. Êdî tu nikarî rûyê deriyên me bibînî. Divê tu sînorên xwe nas bikî. Divê tu fêr bibî ku balyozek çawa kar dike. Heta ku tu fêr nebî, tu nikarî ji deriyên me derbas bibî.”