Li Meletiyê bi hêza 4.3 pileyan erd hejiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Doganşehîr a Meletiyê bi hêza 4.3 pile li ser pîvera Richterê erd hejiya.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Rewşa Bilez û Karesatan a Tirkiyê (AFAD), li navçeya Doganşehîr a Meletiyê di demjimêr 13.52an da bi hêza 4.3 pileyan erdhejek rû da.

Erdhej bi kûrahiya 11,13 kîlometreyan di bin erdê rû daye.

Roja 6ê Sibata 2023an, li navçeyên Pazarcik û Elbîstanê yên ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, bi hêza 7.7 û 7.6 pile, du erdhejên mezin rû dan û zêdetir ji 50 hezar kesî canê xwe ji dest dane.

Piştre jî heta niha zêdetir 17 hezar paşlerze rû dane.