Cotkarên Akrê rêbazeke nû ya avdanê bi kar tînin

Duhok (K24) – Cotkarên qezaya Akrê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve, ji ber hişkesaliyê sîstemeke nû ya avdanê bi kar tînin.

Piştî derketina nîşaneyên hişkesaliyê û kêmbûna avê, cotkarên li deşta Nafkure ya Akrê, ji bo çandina şitil û darên meyweyan xwe dispêrin sîstemeke nû ya avdayê ya bi navê “qutiyên avê” ku ev yekem car e li Herêma Kurdistanê tê bikaranîn

Cotkar Yasir Ebdulqadir ku qutiyên avê ji bo çandina şitil û daran bikar tîne dibêje: Qutiya avê ji bo cihên ku bîr lê tune ne an jî peydakirina avê pir zehmet e tê bikaranîn.

Cotkar Hindirên Salar dibêje: Salên berê me çi diçand ji ber kêmbûna avê şîn nedibû. Lê îsal me ev sîstem bi kar anî, ji ber ku avê pir kêm bi kar tîne.

Pisporê çandiniyê Karwan Bamernî got: “Ev sîstem niha li 40 welatan tê bikaranîn û gelekî serkeftî ye. Daran ji tîrêjên rojê, germ û sermayê diparêze.