Hevpeymaniya Azadî û Demokrasiyê ya Kurd daxwaza cîbicîkirina mafên Kurdan dike

Bi beşdariya HDP’ê, Partiya Kesk a Çep (YPS) û partiyên Kurdistanî, Hevpeymaniya Azadî û Demokrasiyê ya Kurd hate avakirin.

Diyarbekir (K24) - Bi beşdariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Kesk a Çep (YPS) û partiyên Kurdistanî, Hevpeymaniya Azadî û Demokrasiyê ya Kurd hate avakirin.

Danasîna û bernameya hevpeymanê li Diyarbekirê bi civînekê hat ragihandin. Rêveber û nûnerên partiyên hevpeymanê gotin ku; armanca wan ew e ku di hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan da îradeya gelê xwe bi xurtî derbixin holê û li ser vê mijarê îradeya xwe ya hevpar a têkoşînê nîşan bidin. Hevpeymanê banga yekitî û hevgirtinê li kurdan kir û daxwaz ji cîbicîkirina mafên kurdan yên neteweyî hat kirin.

Li Diyarbekirê bi beşdariya 9 partî û komeleyên ku HDP, Partiya Çep a Kesk (YSP) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) jî di nav de Hevpeymaniya Azadî û Demokrasiyê ya Kurd hate avakirin. Bernameya hevpeymaniyê bi civînekê hat ragihandin.

Serok û hevserokên partî, parlementer, rêveberên komele û rêxsitinan û hejmareke welatî beşdarî civînê bûn. Bernameya hevpeymanê bi kurdî û tirkî hate xwendin.

Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel beşa kurdî ya bernameyê xwend û got; hem ji bo ji nû ve avakirina demokrasiya Tirkiyeyê hem jî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd firsendeke dîrokî deketiye holê.

Siyasetmedarên kurd jî dan zanîn ku; di hilbijartinên ku dê di 14ê Gulanê de encam bide ji bo bidestxistina mafên bingehîn ên gelê kurd û avakirina demokrasiyeke bi pîvanên gerdûnî, bernameyeke radigihînin.

Rêveberê DDKDê Abdulhay Okumuş ragihand: “Di bernameya Hevpeymaniya Azadî û Demokrasiyê ya Kurd de hat ragihandin ku; naskirina mafên netewî yên demokratîk ên gelê kurd ku ji netewebûnê derdikeve, weke daxwazeke rewa û mirovî li gorî hiqûqa gerdûnî bi nav dike û daxwaza çareserkirineke aştiyane bo pirsgirêka kurd dikin. Siyasetmedarên kurd gotin ku; afirandina hawîrdoreke demokratîk ku kurd bi azadî xwe bi rêxistin bikin û di bin navê Kurd û Kurdistanê da xwe îfade bikin divê pêk were.”

Endamê Encûmena HDPê Racî Bîlîcî ji K24ê re diyar kir: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û ji bo bo çarserkirina pirsgirêkên din ku ew jî girêdayî pirsgirêka kurd in ev tesbîtên ku hatine kirin gelek di cih de ne. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û kurdistanê û pirsgirêkên ku bi van pirsgirêkan ve girêdayîne dê bi taybetî xebat bêne kirin.”

Di bernameya xwe de Hevpeymaniya Azadî û Demokrasiyê ya Kurd daxwaza sazkirina statuyeke ku gelê kurd li Kurdistanê xwe birêve bibe û ji bo çêkirina makezagoneke demokratîk, anî zimên.