Nêçîrvan Barzanî: Ewê bi derheqê Kurdên Feylî de hatiye kirin, qirkirineke etnîkî bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 4ê Nîsana 2023an bi boneya 43emîn salvegera tawanên jenosîd, windakirin û sirgûnkirina Kurdên Feylî de peyamek belav kir û tê de ragihand, ewê bi derheqê Kurdên Feylî de hatiye kirin, qirkirineke etnîkî ya nijadperestane bû.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Îro di 43. salvegera tawanên jenosîd, windakirin û sirgûnkirina xwişk û birayên me yên Kurdên Feylî de, em bi rêz û hurmet şehîd û qurbaniyên van tawanan bi bîr tînin.

Tiştê ku di derheqê Kurdên Feylî de hatiye kirin, qirkirineke etnîkî ya nijadperestane bû. Tê de ji bilî wendakirina bi dehhezaran welatiyên bêguneh, bi sed hezaran jî ji wan hatin sirgûnkirin, dest li ser mal û milkên wan hat danîn û regeznameya wan ji wan hat standin, tenê ji ber ku ew Kurd bûn û parastina nasnameya neteweya xwe û mafên rewa dikirin.

Nasandina vê tawanê wek jenosîd ji aliyê Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê ve, hikûmet û dewleta Iraqê dixe bin berpirsyariya yasayî û mirovî bo qerebûkirina qurbaniyan. Bi vê boneyê em bang li Hikûmeta Federal a Iraqê dikin ku erkê xwe pêk bîne, bi qerebûkirin û vegerandina hemû mafên medenî û madî yên Kurdên Feylî.

Silav û rêz bo giyanê şehîdên Kurdên Feylî. Silav û rêz ji bo malbatên wan ên serbilind. Qurbanî û dilsoziya xwîşk û birayên me yên Kurdên Feylî, cihê şanaziya gelê me ye û her dem di bîra me de ne.