Tirkiye bû 5emîn welatê herî biha yê cîhanê

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li gorî TUIKê di meha Adarê de ji sedî 50 lê li gorî Koma Lêkolînê ya Aboriyê ENAGê hilawesana li Tirkiyê ji 112 ye. Digel vê yekê li Stenbolê lêçûna mehane ya jiyana malbateke çarkesî çû ser 32 hezar lîreyan. Herwiha Bankaya Cîhanê jî Tirkiye wekî 5emîn welatê herî biha yê cîhanê ragihand di nirxê xurekan de.

Li gorî meha Sibatê rêjaya ku TUIKê Saziya Amarên Tirkiyê ragihandiye di meha Adarê de bihayê berxwiran yanî hilewesanê ji sedî 2.39 zêde bûye. Hilawesana salane jî çûye ser 50.51an. Di asta mehane de herî zêde di beşa perwerdehiyê de bi rêjeya ji sedî 6.30an bilindbûnek pêk hatiye. Di asta salane de jî bi rêjeya ji sedî 3.85 restorant û otel, bi rêjeya ji sedî 3.84 jî di bûhayê xurekan de zêdebûnek pêk hatiye. 

Welatî Yaşar Kahraman: “Bila pêşî birêz Serokomarê me bi kêmmûçeyê debara jiyana xwe bike paşî jî em ê li enfasyonê bifikirin. Simîtek bûye 7.5 lîre em behsa çi dikin.”

Welatî İlknur Karaca: “Ez van amaran rasteqîne nabînim û rewş li holê ye hertişt gelekî bîhane. Bi baweriya min ne ji sedî 50 hilawesan ji sedî 200 e.” 

Li beramberî amarên TUIKê li gorî amarên hilawesanê ya Koma Lêkolîna Aboriyê ENAGê di meha Adarê de di xurewkan de ji sedî 5,99 bilindbûnek pêk hatiye. Her çiqas TUIKê wekî ji sedî 50 diyar kiribe jî hilawesana salane, ji aliyê ENAGê ve wekî ji sedî 112,5 hatiye ragihandin.

Welatî Mert Çelebî: “Ez xwendkarê Endezyariya Komputerê me. Meha borî minê kartek bistenda 4 hezar lire bû. Ma vê mehê lê 1800 lîre hate serê niha qet nikarim bistînim. Îcar hûn bifikirin rewşa enflasyonê.”

Her wiha digel amarên enflasyonê li gorî lêkolîna Sendîkaya Karkerên Tirkiyê TURK-IŞê li Stenbolê jiyana malbateke 4 kesî di meha Adarê de li gorî meha borî ya Sibatê 1225 lîre zêdebûnek pêk hatiye û bi giştî malbateke 4 kesî karibe li Stenbolê bijî pêwist e mehane 31 hezar û 800 lîreyan dahatê qezenç bike. Bi ser van rûdanan de li gorî raporta daneyên Bankaya Cîhanê ên "Ewlehiya Xurekan" Tirkiyê wekî 5emîn welatê herî biha yê cîhanê hate ragihandin di warê nirxê xureken da.