Baroya Diyarbekir di Roja Parêzeran de: Li Tirkiyê qada sivîl her ku diçe teng dibe

Diyarbekir (K24) – Baroya Diyarbekirê 5ê Nîsanê, Roja Parêzeran li ber Dadgeha Diyarbekirê daxuyaniyek da û ragihand, di erdhejan de, 3 jê endamên Baroya Diyarbekirê bi tevahî 121 hiquqnasan jiyana xwe ji dest dane û ji ber wê bi xemgînî pêşwaziya Roja Parêzeran dikin.

Di 5ê Nîsanê Roja Parêzeran de li Diyarbekirê ji aliyê Baroya Diyarbekir ve daxuyaniyek bi beşdariya parêzeran hat dayîn.

Di daxuyaniyê de Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren amaje kir ku ew bi xemgînî pêşwaziya Roja Parêzeran dikin, ji ber ku di erdehajan de 3 jê endamên Baroya Diyarbekirê bi tevahî 121 hiquqnasan jiyana xwe ji dest dan û her wiha zextên li ser daraz û parêzeriyê de jî berdewam e, Eren bal kişand ku mudaxaleya derengmayî û nestandina bergiriyan êşên wan zêdetir kirine ku divê berpirs werin sizadan û parêzer jî dê şopînerê pêvajoyê bin.

Di daxuyaniyê de mijara kuştina Tahîr Elçî jî hat rojevê û hat amajekirin ji ber ku doz bi awayeke bêdil dimeşe û tawanbar jî nehatine sizadan; lê Baroya Diyarbekirê dê heta dawiyê ji bo ku tawanbar werin sizadan xebatên xwe bimeşîne.

Mijarek din a daxuyaniyê jî rewşa darazê bû ku hat gotin pirsgirêka serbixwebûna darazê û bêalîbûna darazê hîn jî didome ku bal hate kêşan ku her wiha êşence, pirsgirêka azadiya raderbirînê, binpêkirina mafê jiyanê jî her berdewam e.

Serokê Baroya Diyarbekir anî zimên ku hêzên ewlekariyê bi kiriyarên keyfî erke xwe bi kar tînin bê berpirsiyarî çekan bi kar tînin û demên dawîn de jî li Diyarbekirê li navçeyên wek Licê û Pîranê ev yek bi eşkere hat dîtin.

Di daxuyaniyê de behsa hilbijartinan jî hat kirin û bang hate kirin ku divê hilbijartinê de li gorî pîvan bingehîn bi awayekî azad her dengdêr bikaribe renge xwe diyar bike û bo rewabûna hilbijartinê ev yek girîng e.

Di daxuyaniyê de behsa zextên ser Baroya Diyarbekirê jî hat kirin û hat amajekirin ku li Tirkiyeyê qada sivîl her ku diçe teng dibe û giringiya parastinê zêdetir dibe ku hawirek wisa de gef û zextên ser Baroya Diyarbekir zêdetir dibin ku ti caran wekî îro nehatibû tawanbarkirin û rastî gefan û zextan nehatibû û tê xwestin were bêdengkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de Roja Parêzeran hat pîrzo kirin û hat hêvîkirin ku siberojek azad û demokratîk û dadperwer were sazkirin.