Nêçîrvan Barzanî: Em daxwazê ji aliyên siyasî dikin, pabendî dema diyarkirî ya hilbijartinan bin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji tîma Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) daxwaz kirine ku vegerin nav hikûmetê.

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji tîma Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) daxwaz kirine ku vegerin nav hikûmetê.

Nêçîrvan Barzanî beşdarî şîna Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlon û Gulanê Şêxella Îbrahîm bû û diyar kir, ew daxwazê ji partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikin, pabendî dema diyarkirî ya hilbijartinan bibin.

Li ser vegera tîma YNKê bo nav hikûmetê, Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: “Ez û Kak Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, me daxwaz kiriye ku tîma YNKê vegere nav hikûmetê, vegera wan gelek pêwîst e.”

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: “Kêşe heye, lê belê dikarin kêşe bi gotûbêjan di nav hikûmetê de çareser bikin, bêguman çareserî jî dê were dîtin.”

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê derbarê dema birêveçûna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de got: “Beriya derkirina mersûma Herêmî li Serokatiya Herêmê, em ê serdana hemû aliyan bikin, ez hêvîdar im ew roja şêwirê ligel aliyên siyasî ji bo hilbijartinan danîne, hemû aliyên siyasî hevkar bin û pabend bin.”

Li ser rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê, Nêçîrvan Barzanî diyar kir, rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê rêkeftineke gelek girîng e, di berjewendiya hemû Iraqê de ye, me tekezî li ser wê yekê kiriye ku çareseriyeke Iraqî hebe.

Serokê Herêma Kurdistanê hêviya xwe anî ziman ku ev rêkeftin demildest were cîbicîkirin, ku di berjewendiya Herêma Kurdistanê û Iraqê de ye.