Nêçîrvan Barzanî: Niha li Iraqê zemîna gotûbêjên li ser hemû kêşeyan heye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê beşdarî salvegera damezrandina Tevgera Bedr bû û gotarek pêşkêş kir.

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê beşdarî salvegera damezrandina Tevgera Bedr bû û gotarek pêşkêş kir û ragihand: Niha li Iraqê zemîna gotûbêjên li ser hemû kêşeyan heye.

Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de diyar kir: “Sibe 9ê Nîsanê, 20 sal di ser rûxandina dîktatoriya li Iraqê derbas dibe. Niha demeke baş e ku em li ser destkeftên ku ji yekrêziyê derketine holê bifikirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku hilbijartinên azad rihê demokrasiyê ye û got: “Em hemû beşdarî serkeftinê bûn û li gorî asta beşdarbûna xwe, berpirsyariya xeletî û kêmasiyên xwe digirin.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Divê em li Iraqê her tim vê rastiyê ji bîr nekin ku dîktatorî û cudahiya etnîkî û olî hertim bûye sedema şer û wêrankirina welat. Lewma tekane rêya aramî û pêşketinê li Iraqê hebûna sîstemeke tam federal û wekhev e. Serpêhatiyên tal ên demên borî ziyaneke mezin gihandiye gelê Iraqê. Ji bo hemû pêkhateyên Iraqê divê em ji van ezmûnan dersê wergirin.”

Herwiha destnîşan kir ku dîroka 102 salên derbasbûyî peyameke zelal a yekîtiyê daye wan û got: “Iraqeke ku Şîe, Sune, Kurd, Xirîstiyan, Tirkmen û pêkhateyên din xwe hevpar û serkeftî bibînin, dê Iraqeke bi îstîqrar û serkeftî be. Iraqeke pirreng wê bi ser bikeve.”

Nêçîrvan Barzanî bal kişande ser wê yekê ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo cîbicîkirina bernameya hikûmetê hewlên cidî dide û got, “Em wek Herêma Kurdistanê dê bi her awayî piştevaniya bernameya serokwezîr bikin û me ev yek ji hemû dost û hevkarên xwe re jî gotiye.”

Serokê Herêma Kurdistanê rêkeftina destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê wek “pêngaveke mezin” binav kir û got, “Ji destpêkê ve me digot ‘Çareseriya herî baş, çareseriya taybet a Iraqê ye’. Heger em hemû serî li vê çareseriyê bidin, em dikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin.”

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser çareseriya taybet a Iraqê kir û anî ziman, “Çareseriya taybet a Iraqê serwerî û pêşketina Iraqê bihêz dike. Baweriya gel bi desthilatdaran xurt dike, baweriya civakên Iraqê xurt dike. Eger em çareseriya taybet a Iraqê bikin armanca xwe, em dikarin aramiya niha û serkeftina pêşerojê misoger bikin. Çareseriya taybet bi Iraqê dê bi şirîkatî û diyalogê serkeftî bibe, ji ber ku ruhê me yê hevpariyê heye ango destûra Iraqê.”

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser wê yekê ku Serok Barzanî daxwaz ji hemû aliyan kir ku bicivin û vegerin ser destûrê ji bo rêgirtin li bûyer û karesatên mezin û got, “Lê mixabin ev yek nehat kirin, li Iraq û herêmê bûyer û karesatên gelekî ne xweş çêbûn. Îro li Iraqê rewşeke nû û hêvîdar derketiye holê. Em niha di wê baweriyê de ne ku di hemû mijaran de bingeheke diyalogê heye. Loma jî divê em bi dilekî pak, bi nêrîn ûû çareseriya niştimanî dest pê bikin.”