HSD: Di êrîşa duhî de Mezlûm Ebdî li Silêmaniyê bû

HSD derbarê êrîşa Tirkiyê ya li ser Firokxaneya Silêmaniyê de agahiyên nû dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSD’ê derbarê êrîşa Tirkiyê ya li ser Firokxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê de agahiyên nû dan û aşkere kir, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di dema êrîşê de li Silêmaniyê bû û bi selametî gihîştiye navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê.

Rêveberê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro 8ê Nîsana 2023an di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir, wan bi zanebûn agahiyên derbarê êrişa Tirkiyê ya li ser Firokxaneya Silêmaniyê de girtin, ta ku ewlehiya Fermandariya giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî biparêzin û ew ê piştre hûrgiliyên êrîşa li ser Firokexaneya Silêmaniyê biweşînin.

Di daxuyaniya Rêveberê Navenda Ragihandinê ya HSDê Ferhad Şamî de hat gotin: “Di çarçoveya bersivdayîna ewlehiyê ya bilez a têkildarî ewlekariya serkirdayetiya hêzên me de, Navenda Ragihandinê bi zanebûn zanyariyên li ser êrîşa Tirkiyê li ser Firokxaneya Silêmaniyê di dema hebûna Fermandarê Giştî yê hêzên me Mazlûm Ebdî lê nedan, heta hatina wî ya bi ewle bo herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, ku ti ziyan çênebûne, em ê hûrgiliyên êrîşê piştre biweşînin.”

Ev daxuyanî piştî wê tê, duhî Navenda Ragihandinê ya HSDê nûçeyên ku dibêjin ku Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di dema êrîşa Tirkiyê li ser Firokxaneya Silêmaniyê de, li bajarê Silêmaniyê nû red kiribû û gotibû ku Mezlûm Ebdî li ser karê xwe ye.

Asayîşa Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê duhî ragihandibû ku danê êvarê demjimêr 16:18’an de li nêzî têla Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê teqînek pêk hat û di encamê de ti ziyanên canî çênebûn, lê agir pêket û û ji aliyê Berevaniya Sivîl ve hat kontrolkirin.

Ji aliyê xwe ve medyaya Iraqî ragihand, bûyera li Firokxaneya Silêmaniyê di encama êrişa dronên Tirkiyê de bû û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî jî ji hewleke kuştinê rizgar bû.