Xaça Sor bang li Awustralyayê dike ku welatiyên xwe ji kampên Rojava vegerîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêvebirê Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor (ICRC) bang li Australyayl kir ku welatiyên xwe ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerîne.

Rêvebirê Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor (ICRC) Robert Mardînî bang li Australyayl kir ku welatiyên xwe ku hejmara wan nêzîkî 40 jin û zarokan in, ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerîne.

Mardînî got, rewşa piştguhkirinê nikare zêde berdewam bike, ji ber ku hîna jî tê bawerkirin ku derdora 40 welatî ji bo demeke nediyar girtî ne.

Her wiha Mardînî bal kişand ser şert û mercên zehmet ên ku mirov li kampan dijîn û got, nifşek ji zarokan di şert û mercên “hovane” de mezin dibin.

Hikûmeta Australyayê Cotmeha borî, 4 jin û 13 zarokên Awustralyayî ji kampa Roj a Rojavayê Kurdistanê ya ku tê de jin û zarokên endamên DAIŞê yên biyanî girtîn ne, vegerandibûn.

Bi hezaran malbatên DAIŞê li kampên Rojavayê Kurdistanê hene. Rêvebiriya xweser jî dibêje, pêwîstiya vê pirsê bi destêwerdaneke navdewletî ye heye û bang li welatên cihanê dike, ta ku welatiyên xwe ji kampan vegerînin welatên xwe.