HAK-PAR: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê Tirkiye sîstemeke federalî hilbijêre

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) îro 10ê Nîsana 2023an di daxuyaniyekê helwesta xwe ji hilbijartinên 14ê Gulanê aşkere kir û banga Komara Federal ji bo Tirkiyê kir û ragihand, “Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê Tirkiye sîstemeke federalî hilbijêre.”

HAK-PARê di daxuyaniyeke berfireh de li ser gelek pirs û mijarên pêwendîdar bi rewşa Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û dever rawestiya û helwesta xwe li hember wan nîşan de, ev jî beşek ji pirs û mijarên ku di daxuyaniyê de hatine:

HAK-PAR BI NAMZEDÊN XWE BEŞDARÎ HILBIJARTINAN BIBE

HAK-PAR bêyî ku xwe bi tu partî yan jî blokekê ve girê bide, dê li dijî hevgirtinên dervayî demokrasiyê û rantxur, zihnîyetên zordest, otorîter, polîtîkayên dij-kurd, nijatperest û şoven raweste.

Ew ê têkoşîna xwe ji bo bidestxistina mafên gelê me, li ser bingehekî aştiyane û bi rêka diyalogan bimeşîne. Partiya me dê bi namzedên xwe beşdarî hilbijartinan bibe û şêwazekî siyasî yê nû bi xwe re bîne.

Gelê me yê hêja; Hilbijêrên li Tirkiyeyê dê di roja 14ê Gulana 2023an de him ji bo hilbijartina serokomar û him jî ya 600 wekîlan biçin ser sindoqan. Mixabin namzedên serokomariyê yên ku dixwazin Tirkiyê bi rê ve bibin, hîç behsa pirsgirêkên civakî yên girîng ên wekî pirsgirêka kurd û elewiyan nakin.

Meclisa Partiyê ya HAK-PARê dê di hilbijartinên 14ê Gulanê de piştgirî nede wan 4 namzedên ku bi gotinên şovenîst ên nijadperest bi hev re pêşbirkê dikin. Di vê pêvajoyê de HAK-PAR dê xebata ji bo qebûlkirina hebûna gelê kurd di destûra bingehîn de, bidestxistina mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî, qebûlkirina zimanê kurdî digel zimanê tirkî wek zimanê fermî, çêkirina îmkanên çareseriyeke federal û garantîkirina mafên kurdan ên rewa û demokratîk wek bingehên siyaseta xwe bimeşîne.

HAK-PAR; bang li gelê me dike ku biçe ser sindoqan û di hilbijartinên Serokkomariyê de dengên protesoyî bi kar bîne.

KOMARA FEDERAL

Pirsgirêkên Komara Tirkiyeyê pirsgirêkên kangrenîk in ku ji damezrandina xwe heta niha nekariye wan çareser bike. Di serî de pirsgirêka kurd tê. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê Tirkiye sîstemeke federalî hilbijêre, li gorî rastiya xwe ya pirzimanî, pirçandî, pirneteweyî bigihêje karekterekî pluralîst; û bi şêweyekî federalî ji nû ve bê avakirin.

Divê Tirkiye bibe federal Divê Tirkiye jî wek Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Almanya, Rûsya, Belçîka, Kanada, Swîsra, Awûstûrya, Hindistan û Afrîkaya Başûr û yên din bi sîstemeke federal bê rêvebirin.

Federasyon di welatên pirzimanî, pirçandî û pirneteweyî de awayê jiyana hevbeş a herî maqûl a îdarî û siyasî ye.

PIRSA KURDÎ

Ji destpêkê heta îro pirsgirêka Kurd, bûye pirsgirêka herî girîng a Komara Tirkiyeyê. Tirkîye li ser bermaya Împaratoriya Osmanî wek dewleteke unîter, bi paradîgmaya yek milet, yek ziman, yek al hat avakirin.

Hebûna kurdan û hemû rengên cuda yên civakê hatin înkarkirin, tepeserkirin. gorî daxwazên pergala monîst siyasetê dikin, Kurdan tune hesab dikin û dixwazin welat bi yek rengî boyax bikin.

Hebûna kurdan û hemû rengên cuda yên civakê hatin înkarkirin, tepeserkirin. Neheqiyeke weha di dema Dewleta Osmanî de jî tunebû. Berî damezrandina Komara Tirkiyê, civakên çandî û etnîkî yên pirneteweyî, pirzimanî û cihêreng bi hev re dijiyan.

Bi Destûra Bingehîn a 1924’an re dewleteke ultra-navendî, unîter û monîst li ser esasê Tirkbûnê ku di ser¬dema Osmaniyan de ew jî bermahiyeke etnîkî bû, hate avakirin. Ji ber vê yekê hemû maf û azadiyên bingehîn ên Kurdan; mafê wan ê ku li welatê xwe bi xwe bi rêve bibin jî hate desteserkirin.

PIRSGIRÊKA ALEWÎYAN DI ÇARÇOVEYA AZADIYA BAWERIYAN DE

Pirsgirêka Elewiyan yek ji pirsgirêkên girîng ên vî welatî ye. Elewiyên ku tê texmînkirin li vî welatî nifûsa wan nêzî 15-20 milyonî ye, her wext rastî piçûkxistinê hatine, zext û zordarî li wan hatiye kirin û neçar mane ku demeke dirêj nasnameya xwe veşêrin. Em wek HAK-PAR pêwîst dibînin ku dewlet dev ji pênasekirina elewîtîyê ya ku li gor xwe dike berde û mafên wan ên rewa teslîmî wan bike.

Lê hê jî daxwazên mafdar ên Elewiyan nehatine bersivandin. Statuya malên Cemê hê jî nayê naskirin. Dersa olî di mekteban de divê ne mecbûrî be. Ji bilî Elewiyan, piçûkxistin û zordestî bi şêweyên curbecur li ser komên baweriyên din ên weke Xiristiyan, Cihû û Kurdên Êzidî jî berdewam dike. Çareseriya pirsgirêka Elewiyan bi pêkanîna laîktiya rasteqîn mumkun e.

DIVÊ POLÎTÎKA DERVE LI SER RÊZGIRTIN Û TÊKILIYÊN AŞTIYANE BE

Tirkiye bi taybetî bi Îran, Iraq, Sûriye, DYA, YE, Rûsyayê û hema hema bi hemû cîhanê re dijminatiya Kurdan xistiye navenda têkiliyên xwe. Divê dev ji vê siyaseta şaş bête berdan. Divê Tirkiye pirsgirêka Kurd him li hundir bi rêbazên hemdem çareser bike, him jî digel kurdên di nav sînorên Îran, Iraq û Sûriyeyê de têkiliyên baş ên cîrantiyê pêşda bibe. Divê destkeftiyên rewa yên Kurdan li Herêmê weke pirsgirêka beka neyê dîtin û bi fobiya “Parçekirinê” tevnegere.

Têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Yewnanîstan, Yekîtiya Ew¬ropa û DYA’yê re ne baş in. Divê ev polîtîka êrîşkar bête terkirin. Divê Tirkiye bi cîranên xwe re, bi taybetî jî bi Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê re û bi Kurdên li Kurdistana Sûriyê re têkiliyên aştiyane deyne; ji mafên wan re rêz nîşan bide û bi civaka navneteweyî re li hevhatî be.

DESTÛREKE BINGEHÎN A DEMOKRATÎK PÊWÎST E

Di ser Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê re tevî ku 42 sal derbas bûne jî, şop û ruhê darbeyên leşkerî ji xwe dûr naxîne. Em wek HAK-PAR pêwîst dibînin ku makezagoneke nûjen, sivîl û demokratîk li gorî pêkhateya pirneteweyî û pirçandî ya Tirkiyeyê bê çêkirin.

Ev makezagon divê zemînê avakirina sîstemeke federal, demokrasiya piralî û beşdarvanîyê di standardên YE de çêbike. Divê nasnameya kurdî di makezagonê de cih bigire. Divê zimanê kurdî li gel tirkî wek zimanê fermî bê qebûlkirin; û ji dibistana seretayî heta zanîngehê li dibistanan bê hînkirin û di qada giştî de bi serbestî bê karanîn.