Iraq: Êrîşên Hevpeymanan li dijî DAIŞê bi awayekî demkî rawestiyane

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê ragihand, niha ti êrişên asmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê li wî welatî nînin.

Di heman demê de tekezî li ser wê yekê kir ku çekdarên DAIŞê ji ber zexteke mezin, karînên wan ên madî, îdarî û şerkirinê kêm bûne.

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş Lîwa Tehsîn Xefacî got: “Hewldanên teknîkî yên Îstixbarata Leşkerî, bi hevkariya şaneya armancgirtinê, karînên çeteyan ên madî, îdarî û şerkirinê sînordar kirine.”

Destnîşan kir jî, çeteyên terorîst hîn jî hewl didin ku çalakiyên xwe li hin deveran pêk bînin, lê fişara hêzên ewlehiyê rê li wan girt ku nikaribin operasyonekê jî pêk bînin.

Xefacî bal kişand ser wê yekê ku “hemû operasiyonên ku ji aliyê hêzên ewlekarî ve tên kirin bi rêya hêzên asmanî yên artêşê û bi rêya firokeyên F-16 û L-159 tên kirin. Niha jî ti operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî nînin.”

Her wiha Fermandariya Operasyonên da zanîn, firokeyên T-50 dê di demek nêzîk de bikevin xizmetê, bi taybetî ku karîn û şiyanên wan ên bilind hene.