Wezareta Navxwe: Hêzên neyasayî li Şingalê rê li ber vegera koçberan bo malên xwe digirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî rexne li daxuyaniyên Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê digire û diyar dike, sedema sereke ya venegera koçberên Şingalê, hebûna hêzên neyasayî li Şingalê û cîbicînekirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de ye.

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Sêşemê bersiva daxuyaniyên Wezîrê Koç û Koçberan ên Iraqê yên li ser sedemên venegera koçberan ser cih û malên xwe da û got: “Cihê mixabiniyê ye ku Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê li şûna ku sedemên sereke yên venegera koçberan û astengiyên li pêşiya rêkeftina Şingalê nîşan bide, ketiye zêdegaviyê û daxuyaniyên neberpirsiyar û bêbingeh ji bo armancên siyasî belav dike.”

Wezareta Navxwe dibêje: “Ev nêrîn û daxuyaniyên bi vî rengî, veşartina daxwazên koçberan û rastiyan e û xizmeta rewşa koçberan û asayîkirina jiyana wan nake.”

Wezareta Navxwe sedema venegera koçberan bi hebûna hêzên neyasayî li Şingalê û cîbicînekirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de girê dide û dibêje: “Mixabin, heta niha û bi navê dabare avakirinê, alîkariya madî hîn jî ji hêz û milîsên neqanûnî re tê pêşkêşkirin.”

Wezareta Navxwe daxuyaniya arasteyî Wezîrê Koç û Koçberan yê Iraqê kir û got: “Eger Wezîrê Koç û Koçberan û hevkarên wî ew qas rastgo ne û li ser jiyana koçberan dilgiran in, bila werin ji bo asayîkirina rewşa Şingalê kar bikin, wê demê dê dê dubare avedankirin hêsantir bibe û dê di xizmeta koçberan û asayîbûna jiyana wan de be.”

Di daxuyaniyê de tekezî li wê hat kirin: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hertim piştevaniya vegera xwebexş û serbilind ya koçberan bo cih û malên xwe dike.”

Wezareta Navxwe di wê baweriyê de ye, cîbicîkirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de, baştirîn nexşerê ye ji bo vegera koçberan û asayîkirina rewşa jiyana koçberan û xelkê wê navçeyê ye.