PSK: Lîsteya namzetên YSPê di warê nûnertiya hevseng de, ne maqûl e

Desteya Kargerî ya Navendî a Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) derbarê lîsteya namzetên Partiya Kesk a Çep (YSP) de daxuyaniyek belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Kargerî ya Navendî a Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) derbarê lîsteya namzetên Partiya Kesk a Çep (YSP) de daxuyaniyek belav kir.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) îro Sêşemê 11ê Nîsana 2023an, li ser lîsteya namzetên Partiya Kesk a Çep de daxuyaniyek belav kir û ragihand, lîsteya berandama Partiya Kesk a Çep, ku di 9ê Nîsanê da hatiye belavkirin, di warê nûnertiya hevseng û dadperweriyê da, ne maqûl e.

Daxuyaniya PSKê wiha ye:

Bidestxistina azadî û demokrasî bi xebata hevbeş ve pêkan e.

Li Tirkiyê û Kurdistanê pêvajoya hestyar û giring heye û gelê Kurd di vê pêvajoyê de rû bi rûyê derfetên dîrokî û metirsiyê ye.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan her tim çext li ser vê yekê kir û dike, ku em tenê bi xebata hevbeş ve azadî û demokrasiyê bi dest dixin.

Di her derfetekê da îşare bi vê rastiyê dikin û dibêjin, bona ku hezên welatparêz ji vê pêvajoyê heyî îstîfade bikin, divê hêzên xwe bikine yek.

Bi gor bîr û baweriya Partiya me hilbijartina 14ê Gulanê di vî warê da derfetek e. Bona vê yekê Partiya me ligel 8 partî û hêzên siyasî û Partiya Çep û Kesk, Tifaqa Azadî û Demokrasî a Kurd ava kiriye.

Tifaqa Azadî û Demokrasî a Kurd di roja 3ê Nîsanê da bi belavkirina deklerasyonekê ve, daxwaza netewî û demokratîk a serekî yên gelê Kurd bi zelalî pêşkeşê bîrûrayê giştî kir û bi destxistina daxwazên hanê vîn û îradeya xebata hevbeş nîşan da. 

Pêkhatina Tifaqa Azadî û Demokrasî a Kurd û deklerasyona wê ji aliyê gelê me ve bi germî hat pêşwazîkirin.

Lê belê lîsteya berandama Partiya Çep û Kesk, ku di 9ê Nîsanê da hatiye belavkirin, di warê nûnertiya hevseng û dadperweriyê da ne maqûl e.

Lê ev yêka hanê çû bandor li ser pabendbûna me bi Deklerasyona Tifaqa Azadî û Demokrasî a Kurd daneyne.  

Derbareyê pêvajaya tifaqê helwest û boçûna Partiyê me, her tim pabendbûn bi binemayên netewî û berpirsiyarî bûye û emê li ser halwesta xwe ya hanê pêgîr bin.

PSK li ser qewlê xwe ye û bona ku herwekî di deklerasyonê da hatiye gotin, di proseya hilbijartinê da daxwazên gelê Kurd yên bîngehin pirtir di nava cîvatê da belav be û were pejîrandinê, piştî hilbijartinê jî desteber kirina desturî û qanuniya daxwazên hanê pabendê xebata hevbeş be.

11 Nîsan 2023

Desteya Kargerîya Navendî a

Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)