Washington 5 milyon dolar dide her kesê ku agahiyan li ser Samî El-Irêdî bide

Samî El-Irêdî
Samî El-Irêdî

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka rêberê rêxistina Huras El-Dîn “Parêzvanên Olê” Samî Mehmûd El-Irêdî wekî terorîstekî cîhanî bi nav dike û xelata 5 milyon Dolar ji bo her kesê zanyariyan li ser wî û cihê wî bide, diyar dike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê îro 12ê Nîsana 2023an di daxuyaniyekê de Samî Mehmûd El-Irêdî ji ber rola wî ya serkirdayetiya rêxistina “Parêzvanên Olê” de, wek terorîstekî cîhanî destnîşan kir.

Daxuyaniyê tekez kir, Waşinton hîn jî pabend e bi astengkirina endamên Qaîde li Sûriyê. Da zanîn jî, Rêxistina Pasevanên Olê di ber kuştin, revandin û tundûtûjiyê li hember kêmaniyên olî li wî welatî de berpirs e.

Ji ber vê biryara Amerîkî, hemû mal û milkên El-Irêdî yên ku di bin daraza Amerîkayê de ne, tên astengkirin û ji hemû Amerîkiyan re qedexe ye ku bi wî re danûstandinan bikin.

Samî Mehmûd El-Irêdî sala 1973an ji dayik bûye, welatiyê Urdunê ye û bi nasnavê “Ebû Mehmûd El-Şamî” tê naskirin. Ew postê Serkirdeyê Şer’î yê rêxistina "Parêzvanên olê" digire û pêştir serkirdeyekî rêxistina Cebhet El Nûsra bû. Her wiha di sala 2006ê de ji ber rola wî ya di rêxistina “Mezheba El-Mensûra” de, ji aliyê desthilatên Urdinê ve hatibû girtin.

Daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje bi wê yekê dike, Bernameya “Xelatên ji bo Dadmendiyê” ji bo bidestxistina zanyariyan li ser Samî El-Irêdî heta 5 milyon Dolaran xelat dide.

Rêxistina "Parêzvanên olê" di Sibata 2018an de ji aliyê grûp, rêber û zanayên şerîetê yên ku ji Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) veqetiyane hat damezirandin. Ew kes û rêber ji ber biryara dûrketina HTŞ ji “Rêxistina El-Qaîde” di Hezîrana 2016an de veqetiyabûn. Endamên vê rêxistinê jî li herêmên cuda yên Idlib, Hama û Laziqiyê hene.