Hevpeymaniya Navdewletî girtina serkirdeyekî DAIŞê ragihand

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê girtina serkirdeyekî DAIŞê yê bi navê Huzeyfe Yemenî û du hevkarên wî li rojhilatê Sûriyê ragihand.

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê girtina serkirdeyekî DAIŞê yê bi navê Huzeyfe Yemenî û du hevkarên wî li rojhilatê Sûriyê ragihand.

Fermandariyê di daxuyaniyekê de eşkere kir, hêzên Amerîkayê di derengê şeva 8ê Nîsanê de, bi helîkopterê li rojhilatê Sûriyê ev operasyon encam daye.

Herwiha ragihand, serkirdeyê DAIŞê Huzeyfe Yemenî û du hevkarên wî hatine desteserkirin û ti rewşeke kuştin û birîndarbûna welatiyên sivîl li navçeyê rû nedaye.