Li dijî bijîşka Kurd Sosin Fisli de jêpirsîn hate destpêkirin

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Ji bo ku xwestiye biçe devera erdhejê û alîkariyê bide ziyandîtiyan, derbarê bijîşka Kurd Sosin Fisli de li Stenbolê jêpirsîn hate destpêkirin. Jureya Bijîşkan vê helwesta îdareya tendûristiyê li derveyî wîjdanê dinrixîne û bang dike da ku dawî li jêpirsînê bê anîn.

Di erhêja ku navenda wê Maraş bû hem ji nav Tirkiyê û hem jî ji derveyî Tirkiyê bi 10 hezarn kesî berê xwe dane herêmê û alîkarî dane mexdûrên erdhejê. Lê bijîşka Kurd ku ji bajarê Diyarbekirê ye û li grava Heybelî ya bi ser Stenbolê ve kar dike xwest biçe herêma erdhejê wekî xwebexşekê, ligel ku destûra wê jî heye ji aliyê Îdareya Tendûristiyê ya Bajêr ve li dijî wê jêpirsîn hate destpêkirin.

Bijîşka Kurd ku ev 13 sal in li gelek bajarên Tirkiyê kar kiriye dibêje; di dîrokê de mînakeke wiha nîn e ku bijîşkek wekî xwebexş bixwaze biçe devera erdhejê ji bo alîkariyê û li dijî wê jêpirsîn bê destpêkirin.

Bijîşka Kurd Sosin Fisli ji K24ê re got: “Ez mexdûra erdhejê me jixwe. Min destûrnameya xwe jî da Îdareya Tendîristiyê û min got; ez dixwazim biçin devera erdhejê. Dû rojan hîç agahiyek nedan min. Ez jî bi Jûreya Bijîşkan re çûme Dîlokê. Paşê pê hisiyam ku li dijî min jêpirsîn hatiye dest pe kirin. Serokomar Erdogan bixwe jî gotibû em dereneg hatin Dîlokê. Li Tirkiye ji min pêştir li tû kesî doz nehate vekirin. Hevaleke me ya bijîşk çû Hatayê ba malbata xwe. Jê re destûra îdarî hate nivîsîn. Lê ez ji bo ku Diyarbekirî me û bi ser de avahiya malbata min jî ziyan diîtîbû ji min re gotin; na tû nikarî biçî û jêpirsîn dane dest pêkirin.”

Li Navenda Jûreya Bijîkên Stenbolê bi dehan hevpîşeyên bîjîşka Kurd li hev kom bûn û ji bo piştgiriyê mil danê û jûreyê jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê ev helwesta Wezareta Tendûrisyê ya Tirkiyê şermezar kir.

Endamê Rêveberiya Jûreya Bijîşkên Stenbolê Safet Ercan got: “Îdareya Tendûristiyê ya Stenbolê, ji bo ku mildaye xebatên erdhejê û birînên birîndarên erdejê pêçaye, di şûna ku spas bike û derbarê Sosin Fisli de jêpirsîn daye destpêkirin. Ev biryar derveyî wîjdanê ye. Em wekî jûre li pişta hevkara xwe ne û hêvî dikin dawî li jêpirsînê bê anîn.”

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendûristiyê ya Tirkiyê di serdema erdhejê de 18 hezar jê bijîşk bi giştî 144 hezar endamên tedûristiyê hatine peywirdakirin. Lê jêpirsîn ji bilî bijîşka Kurd ya Diyarbekirî Sosin Fisli pê ve li ti kesan nehatiye vekirin.