Sefîn Dizeyî: Gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê derbarê petrolê de berdewam in

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand, gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê berdewam in.

Hewlêr (K24) – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand, gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê berdewam in.

Sefîn Dizeyî ji Kurdistan24ê re ragihand, gotûbêjên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê derbarê dosyeya petrolê de didomin.

Dizeyî destnîşan kir, plana Fermangeha Pêwendiyên Derve heye ku pêwendiyên ligel welatên cîhanê berfirehtir bike.

Roja 4ê Nîsana 2023an, rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hat îmzekirin.

Li gor rêkeftinê, petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê ji aliyê kompaniya Somo ve dê were firotin û dahat wê di hesabekî taybet yê bankî de were hilgirtin, ku di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de be.