Dengdêrên Kurd bi hêvî ne HDP bi ser bikeve û proseya çareseriyê bîne rojevê

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Bi nêzîkbûna hilbijartinan re, piştgirên HDPê her çiqas bi şik bin jî di wê baweriyê de ne ku wê namzedên HDPê di proseya nû de kêşeya Kurdî ji nû ve bîne bin banê parlamentoyê. Dengdêrên CHP û Ak Partiyê jî bi dilekî şikestî bi hêvî ne ku Tirkiye ji nav vê rewşa nebaş ya aboriyê bê rizgarkirin.

Li hemû bajarên Tirkiyê proseya danasîna namzedan û kampanyaya hilbijartinan dest pê kir; lê ji bilî Kurdan piraniya welatiyan hay ji bername û bangeşiya namzedên partiyên siyasî û hevpeymaniyan nîn e. Welatiyên Kurd dibêjin ew bi hêwî ne ku wê HDP bi ser bikeve û careke din proseya çareseriyê bîne rojevê.

Welatiyê Kurd Fadil Baltaş: “Wê feyda wê hebe heta eger Selo derkeve belkî bibe serokomar jî. Walla ji dilê xwe dibêlim. Ka yekî wekî Selo heye bi aqil di vî welatî de.”

Welatiyê Kurd Ezîz Aygan: “Em koçer in emre min 60 salî ye. Haya niha kî hatiye ne cumhur e ne millet e, wan yek jî em dengê xwe nadin zanî. Yanî mervê bi xîrêt û şeref Kurd be û bi esalet be divê denge xwe bide xwe.”

Welatiyên piştgirên CHPê ne jî, daxwaza proseyeke nû ya desthilatê dikin û dibêjin; bi saya CHP û Kiliçdaroglu wê dawî li cûdabûnê û rakêşiya di ava civakê de bê.

Welatiyê ji Meletiyê Bariş Durak: “Wextê guherîna desthilatê hatiye. Herkes vê dibîne ew desthilateke wisa dixwazin ku cûdabûn rabe ji holê. Bila aştî were û hezkirina birayetiyê hebe. Vê carê divê civak Kiliçdaroglu û namzedên CHPê biceribîne.”

Alîgirên AK Partiyê jî di serî de CHP û hemû partiyên din wek gefekê dibînin û bi boçûna wan; hêzên ji derve piştgiriyê didin CHP û yên li dora wê. Kêşeyên heyî jî encax Erdogan dikare çareser bike ne kesekî din.

Welatiyê ji Trabzonê Habîp Balci: “Ez nizanim hûnê biweşînin gelo. Ez ji AK Partiye em û ji Erdogan pêştir kesekî nas nakim. Eger Erdogan here wê welat ji dest biçe. Emerîka jî Gulen jî û hêzen derve dixwazin ev desthilat bigûhre. Lê namzediya Kiliçaroglu li feydeya me ye. Em ê qezenç bikin.” 

Li aliyê din hemû partiyên siyasî û yên hevpeyman li Stenbol û hemû bajarên din ên Tirkiyê bi rêya vekirina ofîsên hilbijartinê hewl didin ku vaed û pêşiniyarên xwe bigihînin welatiyan ku gelek welatî namzên partiyan nas jî nakin.