Bi sedan malbatên Şingalî li kampan karê çandiniyê dikin

Malbatên aware yên Şingalê daxwaz dikin ku bêhtir girîngî bi karên wan were dayîn, da ku bikarin berhemên zêdetir hilberînin.
kurdistan24.net

Duhok (K24) – Bi sedan malbatên Şingalî ku kampan dijîn, karê çandinî û cotkariyê dikin û bi vî awayî beşek ji debara jiyana xwe dabîn dikin.

Malbatên aware yên Şingalê daxwaz dikin ku bêhtir girîngî bi karên wan were dayîn, da ku bikarin berhemên zêdetir hilberînin.

Cotkarê Şingalî yê bi navê Şekir Xelîl ku nêzîkî pênc sal in ligel malbata xwe karê cotkariyê dike, ragihand; ew bacan, zebeş û xiyar diçîne û destnîşan dike ku derman biha ne, loma dixwaze hikûmet alîkariyê bike.

Di nav kampan de gelek kesan hene ku dest bi çandiniyê kirine, hemû li pey debara jiyana xwe ne.

Cotkar Dawud Xelef jî diyar kir ku wan niha tov çandine piştî ku bibe şitl, di serê meha Gulanê de li axê biçinînin, hêvî dikin, dema berhmenên wan derkevin bazarê, ji derve berhem neyên, da ku ew berhemên xwe bifiroşin.