Guterres daxwaza bidawîanîna aloziyên Sûdanê dike

Neteweyên Yekgirtî daxwaza bidawîanîna şerê navxwe yê li Sûdanê û destpêkirina gotûbêjên navbera aliyên wî welatî dike.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres

Navenda Nûçeyan (K24) – Neteweyên Yekgirtî daxwaza bidawîanîna şerê navxwe yê li Sûdanê û destpêkirina gotûbêjên navbera aliyên wî welatî dike.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres hişyarî li herdu aliyên şer ên li Sûdanê da û ragihand, divê demildest dawî li pevçûnan were anîn.

Antonio Guterres eşkere kir, divê rewşa Sûdanê aram bibe û gotûbêj dest pê bike, da ku dawî li qeyranê were anîn.

Guterres diyar kir, zêdebûna tevlihevî û aloziyên navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Bersivdana Bilez, bandoreke wêranker li ser welat û navçeyê dike.

Sûdan careke din nêzîkî kudetayeke din dibe, du aliyên serbazî yên desthilat, rûbirûyî hev bûne û bi dehan kes di şer û pevçûnan de hatine kuştin.