Caferî: Sûriye dixwaze pêwendiyên wê bi Tirkiyê re asayî bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Sûriyê li Rûsyayê Beşar El-Caferî ragihand, Sûriye dixwaze pêwendiyên wê bi Tirkiyê re asayî bin.

Balyozê Sûriyê li Rûsyayê Beşar Caferî di konferanseke rojnamevanî de li Moskoyê ragihand, “Tirkiye cîranê me ye, em dixwazin pêwendiyên baş pê re hebin. Berjewendiyên hevbeş di navbera gelê me û gelê Tirkiyê de hene.”

Ev daxuyaniyên Caferî piştî wê tên, Tirkiye danîna şert û mercên pêşwext ji aliyê Sûriyê ve ji bo beşdarbûna civîna çaralî ya li Moskoyê red kiribû.

Di vê derbarê de Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got, Enqere ti şert û mercan ji bo danûstandinên rasterast ligel Şamê qebûl nake, ji wan jî vekişîna hêzên Tirkiyê ji axa Sûriyê.

Roja 4ê Nîsanê cîgirên wezîrên derve yên Sûriye, Tikiye û Îranê bi beşdariya Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskoyê civiyan û tê de li ser amadekariyên civîna li ser asta wezîrên derve gotûbêj hatin kirin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Eymen Sosan berî civîna çaralî gotibû, ew ê di civîna 4 alî de tekeziyê li ser bidawîkirina hebûna artêşa Tirkiyê ya li ser axa Sûriyê bikin.