PAK bang li hemû Kurdan dike li himberî zilm û êrîşên li ser Kurdên Êzidî helwestê bigirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi boneya Çarşema Sersalê ya Êzidiyan peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de got: “Di Cejna Çarşema Sor a Kurdên Êzîdî da em bangî hemû Kurd û Kurdistanîyên li cîhanê dikîn ku li himberî zilm û neheqî û êrîşên li ser Kurdên Êzidî helwestê bigirin û rê jî nedin ku tu aliyek xwe li ser wan de bisepînin.”

Peyama Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê:

Em Cejna Çarşema Sor a xuşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî Pîroz dikin

Cejna Çarşema Sor cejna herî mezin a Kurdên Êzidî ye.

Kurdên Êzidî jê bawer dikin ku li gorî salnameya berê, di çarşema yekem ya meha nîsanê de avabûna gerdûnê temam bûye û jîyan destpêbûye. Ji ber vê jî vê rojê wek Cejna Çarşema Sor, wek Cejna Sersalê pîroz dikin.

Dînê Êzidî yek ji dînê herî kevnare yê Kurdistanê ye. Cejna Çarşema Sor a Kurdên Êzidî xwedîyê taybetmendiyeke dînî, kulturî, civakî û dîrokî ye.

Di dîroka xwe de xuşk û birayên me yên Kurdên Êzîdî ji ber nasnameya xwe ya olî û neteweyî tûşî gelek qetlîam û êrîş û karesatan bûne, lê wan tu carî dest ji zimanê Kurdî, dest ji nasnameya xwe ya olî, kulturî û Kurdayetiyê bernedane.

Di Cejna Çarşema Sor a Kurdên Êzîdî da em bangî hemû Kurd û Kurdistanîyên li cîhanê dikîn ku li himberî zilm û neheqî û êrîşên li ser Kurdên Êzidî helwestê bigirin û rê jî nedin ku tu aliyek xwe li ser wan de bisepînin.

Em bi hest û bîr û bawerî û hişmendîya xwe ya neteweyî û niştimanî Cejna Çarşema Sor, Cejna Sersalê ya xuşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî pîroz dikin.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê:

19.04.2023