Seidî Pîra: Li Kerkûkê metirsî li ser kurdan heye

Seidî Pîre
Seidî Pîre

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre dibêje, li Kerkûkê metirsî li ser kurdan heye, ji bo rûbirûbûna van metirsiyan jî, divê YNK û PDK nakokiyên xwe bidin aliyekî.

Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre ji K24ê re got: “Pêwîst e YNK û PDKê nakokiyên xwe bidin aliyekî û bi hev re çareseriyekê ji vê rewşê re bibînin, da ku gefên li ser kurdan li Kerkûkê têk bibin û ev plan bi ser nekeve.”

Seidî Ehmed Pîre tekez kir jî: “Niha girîng e em hemû baldar bin, nabe em bi depoya benzînê biçin agir vemirînin. Agir bi avê vedimire, ne bi benzînê. Nerazîbûna me çi dibe bila bibe, divê em wextê winda nekin, ta ku metirsiya li ser me bi ser nekeve.”