Tendirustiya Iraqê: Taqîgeha Çavdêriya Dermanan a Herêma Kurdistanê erkekî mezin encam didin

Hewlêr (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Iraqê Salih Hesnawî ragihand, karê wan ê pêşîn dabînkirina dermanê penceşêr û hawarçûnê ye di nav budceya 2023an de û îtiraf dike ku Taqîgeha Çavdêriya Dermanan a Herêma Kurdistanê erkekî mezin encam didin.

Salih Hesnawî eşkere kir, mijara dermanan hemû parêzgehên Ioraq û Herêma Kurdistanê li xwe digre û di çarçoveya kompaniya giştî ya Kîmadya ya dermanê de ye, kêmbûna dermanên kompaniyê, bandoreke rasterast li ser hemû parêzgehan dike.

Hesnawî diyar kir, Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê îtiraf dike ku Taqîgeha Çavdêriya Dermanan a Herêma Kurdistanê erkekî mezin di sektora taybet û giştî ya warê dermanan de encam daye.

Beriya niha jî, Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî jî ragihadibû, hikûmeta Iraqê kalîteya dermanên Herêma Kurdistanê îtiraf dike.