Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî cilên cejnê ji bo zarokên Efrînê kirîn

Di çarçoveya Projeya Ezîzan de Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî cilên cejnê ji bo 100 zarokan li bajarê Efrînê kirîn.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di çarçoveya Projeya Ezîzan de di meha Remezan a pîroz de cilên cejnê ji bo 100 zarokan li bajarê Efrînê kirîn.

Dezgehê piştî ji bo zarokan cilên cejnê kirîn, ew zarok birin parkeke yariyan û diyarî ji zarokan re parve kirin.

Endamê Tîma Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yê li Efrînê Bêwar Kerîm ji Kurdistan24ê re ragihand, piraniya zarokên ku di projeya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de alîkarî wergirtin, yan êtîm in, yan sêwî ne, ku di erdheja 6ê Sibatê de dayik û bavê xwe winda kirine.

Di meha Remezanê de Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gelek çalakî û dabeşkirina alîkariyan û xwarinê li bajarê Efrînê encam dan, bi taybetî jî ji bo zarok, karker û xwedî pêwîstiyên taybet.