Man City ji Bayern derbas bû û di nîvfînala Champions League de rastî Real Madrîdê tê

Navenda Nûçeyan (K24) – Manchester City ji bo cara sêyem li ser hev di Champions League de derbasî qonaxa nîv-fînalê dibe, piştî ku ji encama du lîstikan bi Bayern Munich re bi encama (4 – 1) bi ser ketibû.

Şeva borî di gera vegerê ya qonaxa çarîk-fînala Champions League de, Bayern Munich pêşwazî li Manchester City kir û lîstik bi encama (1 – 1) bi dawî bû.

Erling Haaland ê Norwêcî di xuleka (57) de gola Manchester City tomar kir, piştî ku di nîva yekem de penaltiyek ji dest da. Joshua Kimmich jî di xuleka (83) de gola wekheviyê ya Bayern Munich tomar kir.

Manchester City ku di lîstika gera çûnê de li ser meydana xwe bi encama (3 - 0) bi ser Bayern Munich ketibû, derbasî qonaxa nîv-fînala Champions League bû.

Bi vê yekê, Manchester City di nîv-fînalê de dê rûbirûyî bi Real Madrîdê bibe.

Inter Milan

Di lîstikeke din de, Înter Milan a Îtalyayê, şeva borî li stadyuma "San Siro" bi mêvana xwe ya Portugalî Benfîkayê re bi encama (3 – 3) weh hevû bû û ew jî gihêşt nîv-fînala Champions League a Ewropayê, piştî ku di pêşbirka yekem de bi du golên paqij bi ser ketibû.

Golên Interê di xulekên (14, 66 û 78) de bi riya Niccolo Barella, Lautaro Martinez û Joaquin Correa, golên Benficayê jî bi riya Frederick Orsense, Antonio Silva û Petar Musa di xulekên (38, 86, 90 + 5) hatin tomarkirin.

Inter Milan dê di nîv-fînalê de li heman bajarê Mîlanoyê rûbirûyî bi cîranê xwe AC Milan bibe.