Li Diyarbekirê welatî ji bihayên kelûpelan gazindan dikin

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê di rojên dawî yên Remezanê de li bazaran bihayên kelûpelan erzantir dibin û welatî jî ji bo ku pêdiviyên xwe bi erantir bikirin berê xwe didin bazarê. Welatî dibêjin; tevî ku di rojên dawiyê de biha hinekê bikevin jî dîsa li wan giran tê û ew nikarin hemû pêdiviyên xwe û zarokên xwe bistînin.

Li Bazara Gazî ya Sûr a Diyarbekirê, li gorî navendên danûstandin û bazarên din ên bajêr bihayên kelûpelan hinekê guncawtir e. Ji beriya cejnê hem ji gundewaran hem jî ji navçeyan bi hezaran welatî jî berê xwe didin vê bazarê. Di rojên ji beriya cejnê de dikandar bihayên kelûpelan erzantir dikin û li ser qadirmeyan jî pêşkîşî welatiyan dikin. Lê belê ji ber ku bi giştî nirxên kelûpelan giran bûne welatî dibêjin; ew nikarin bi dilê xwe danûstandina cejnê bikin.

Welatiyek ji K24ê re diyar kir: “Qelebalix e lêbelê ti kes tiştekê nastîne. Nîv kîlo şekir distîne, 250 gram loqum distîne. Kîloya şekirê gedeyan bûye 90 lîre. Ez ê biçim gund, lig undan mesrefa me gelek naçe. Em bi dilê xwe nikarin ji bo zarokên xwe cilûbergan bikirin.  Wilehî min ji bo xwe tiştek jî nestandiye. Me got da keyfa zarokan bê me tîşort ji wan re standiye û em ê biçin gund.”

Welatiya bi navê Tenzîla Yaşar jî got: “Bi rastî jî biha gelek zêde ne. Di çenteyê min de hin pere hene lê nizanim bi wî pereyî dê çi bikirim çi nekirim. Berê me bi hezar lîreyan têra xwe kelûpel dikirîn. Lêbelê niha em nikarin. Em pêdiviyên xwe nekirîn em nikarin debara xwe bikim, rewş zehmet xuya dike.”

Welatiyên ku berê xwe didin bazarê cilûberg, şekir, fêkî û pêdiviyên malê dikirin. Welatî dibêjin; li gorî par bihayên hemû kelûpelan du-sê qat zêde bûne û ew hewl didin di cejnê de qet nebe pêdiviyên zarokan bikirin da ku keyfa wan xweş bibe. Dikandar jî dibêjin; piraniya kelûpelên ku ji bo cejnê aîbûn di destê wan de mane û li gorî cejnên borî danûstandin kêm bûye.

Herwiha welatiyê bi navê Tarik Hnazay jî dibêje: “Bihayên cilûbergan gelek zêde ne. Mirov cilekê distîne bihayê herî erzan 200-300 lîre ye. Welatiyên xizan nikarin bikirin. Li dikanan biha hêj girantir in. Bi hezar-du hezar lîre cilûberg nayên kirîn.”

Dikandarek dibêje: “Biha zedene, welatî nikarin bistînin, kelûpelên me di destê me de mane, nayên firotin. Di berîka xelkê de pere nemaye. Ji ber vê giraniyê welatî nikarin kelûpelan bikirin.”

Li Diyarbekirê çandek heye ku ji beriya cejnana dikandar kelûpelên xwe li ser qadirmeyan jî difiroşin. Bi vî rengî biha jî tên kêmkirin. Welatî jî ji ber ku biha guncawtir in zêdetir eleqeyê didin kelûpelên li ser qadirmeyan.