Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya Cejna Remezanê peyamek belav kir

"Werin em hemû li ser asta kesî, digel xwe û derdorên xwe, cejn û wateyên wê bikin derfetek ji bo xwe di berçavan ra derbas kirin."

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Cejna Remezanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî misilmanên li Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê kir û hêviya xwe anî ziman ku, ev cejn cejna xêr, xweşî, aştî û aramiyê be û bi xwe ra xweşî û rehetiyê bîne.

Nêçîrvan Barzabî di peyama xwe de diyar kir: “Werin em hemû li ser asta kesî, digel xwe û derdorên xwe, cejn û wateyên wê bikin derfetek ji bo xwe di berçavan ra derbas kirin, qencî, li hevhatin, lêborîn, gerdenazakirin û, herwesa, rûpelek nû yê rêz li hevgirtin, hezkirin û aştiyê vekin.”

Peyama pîrozbahiyê ya Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Bi helkefta hatina Cejna Remezanê, bi germî pîrozbahiyê li misilmanan li Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê û bi taybetî li kesûkar û malbatên serbilindên şehîdan dikim. Hêvîdar im ev cejn cejna xêr, xweşî, aştî û aramiyê be û bi xwe ra xweşî û rehetiyê bîne.

Werin em hemû li ser asta kesî, digel xwe û derdorên xwe, cejn û wateyên wê bikin derfetek ji bo xwe di berçavan ra derbas kirin, qencî, li hevhatin, lêborîn, gerdenazakirin û, herwesa, rûpelek nû yê rêz li hevgirtin, hezkirin û aştiyê vekin.

Li ser asta siyasî jî, hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistan û Iraqê cejnê bikin destpêkek nû ya yekrêzî, pêkvejiyan, bi hev ra karkirin û pirsgirêk û nakokiyan çareser bikin. Werin em hemû bi hev ra bixebitin ku niha û paşerojeke baştir ji bo gel û welatê xwe dabîn bikin.

Cejna Remezanê li hemûyan pîroz be, her sal bi xweşî be.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

20/04/2023