Amerîka: Sûriye ne hêjayî ye di nava Komkara Erebî de bê qebûlkirin

Vedant Patel
Vedant Patel

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel radigihîne, Amerîka di wê baweriyê de ye ku Sûriye ne hêjayî ye ku di nava Komkara Erebî de bê qebûlkirin.

Patel duhî pêncşemê di konferanseke rojnamevanî de got: “Em di wê baweriyê de ne ku Sûriye ne hêjayî ye ku di nava Komkara Erebî de bê qebûlkirin.”

Patel diyar kir, ji ber nebûna “pêşveçûneke rasteqîn” ji bo çareserkirina aloziya li Sûriyê, Amerîka pêwendiyên xwe bi hikûmeta Esed re asayî nake.

Berdevkê Amerîkî her wiha got, Amerîka ji hevkarên xwe yên herêmî yên ku bi asayîkirina pêwendiyên hikûmeta Sûriyê re mijûl in re piştrast dike ku divê baldariya wan li baştirkirina şert û mercên mirovî li Sûriyê be.

Ev daxuyaniya Patel di demekê de ye, di dema dawî de nîşanên vebûna ereban li hember Sûriyê diyar dibin, Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad di çend rojên borî de serdana Siûdiye, Misir, Cezayir û Tunisê kiribû, şarezayên siyasî jî dibêjin, ev serdana di çarçoveya vegerandin û asayîkirina pêwendiyên di navbera welatên erebî de ye.