WHO: Di pevçûnên li Sûdanê de zêdeter ji 400 kesî hatine kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama pevçûnên ku di nîvê meha Nîsanê de li Sûdanê derketin, zêdetir ji 400 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 3500 kesan jî birîndar bûn.

Berdevka Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Margaret Harris di konferanseke rojnamevanî de li Cenevê got, di pevûnên Sûdanê de 413 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 551 kes jî birîndar bûn

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Rêxistina Netewên Yekgirtî ya Zarokan (UNICEF) James Elder ku di konferansa rojnamevanî de beşdar bû, got, herî kêm neh zarok di şer de hatine kuştin û bêtirî pêncî zarokî jî birîndar bûne.

Her wiha got: “Mixabin, em dizanin ku heta şer berdewam bike, zarok dê berdêla wî bidin.”

Da zanîn jî, lênerîna bingehîn ya ku berî pevçûnan ji nêzîkî pêncî hezar zarokên ku tûşî kêmxwarinê bûne re dihatin pêşkêş kirin, rawestiyaye û da zanîn ku jiyana wan zarokan di metirsiyê de ye.

Ji ber şer û pevçûnan gelek malbatên Sûdanî bê av, xwarin, derman û eliktirîkê mane.

Sûdan di cîhanê de yek ji welatên ku rêjeya herî zêde ya kêmxwarinê ya zarokan e. Li gorî UNICEF'ê, beriya pevçûnên dawî, zêdetirî 600 hezar zarok ji ber kêmxwarinê dinalin.