Babacan: Encama hilbijartinên 14’ê Gulanê dê bibe destpêka cejna demokrasiyê

Diyarbekir (K24) – Di Cejna Remezanê ya Îsal de, Tifaqa Mîlî li 8 bajêrên Erdhêjê, sifreyên Îbrahîm Xelîl ên xwarinên cejnê saz kiriye. Li Diyarbekirê jî sifreya xwarina cejnê li qada Şêx Seîd hat vekirin û Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşdeçûnê DEVAyê Alî Babacan li wê sifreyê bi welatiyan re xwarin xwar.

Serokê Partiya DEVAyê ku şirîkê Tifaqa Mîlî ye, li ciyê xwarinê xwar gotareke kurt pêşkêş kir û got, ew ji bo ku şivan bikarin bi serbestî şivantiyê bikin û weka Ceylan Onkol nebin armanca muşekan, ji bo ku çek bo destên zarokan neyên dayîn û zarok nebin qurbaniyên şer û pevçûnan, ji bo dawîlêanîna hemû cudagirtinan û sazkirina zemîna pêkvejiyanê, hatiye Diyarbekirê û vê cejnê li vê derê pîroz dike.

Babacan, di berdewamiya axaftina xwe de, da zanîn ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de, dê encameke ku tu kes winda neke derbikeve û dê bibe destpêka cejna demokrasiyê. 

Serokê DEVAyê ragihand, dê di hilbijartinan de, 2 bijarde hebin, bijardeyên yekalî û yekperestî biryar dayînê û bi aqlê hevpar wergirtina biryaran, bijardeya sepandina berjewendiyên aliyekî û parastina wekheviya civakê û dadwerya civakî, loma jî bijarde diyar in û dê welatî jî bi dengên xwe pirrengiya demokrasiyê li Tirkiyê bidin destpêkirin.