Hejmara qurbaniyên erdheja Mereşê bû 50 hezar û 783 kes
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, hejmara kesên di erdheja 6ê Sibatê de li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê canê xwe ji dest dane, gihiştiye 50 hezar û 783 kesan û ji wan 7 hezar û 302 kes koçber in.
Suleyman Soylu îro 22ê Nîsana 2023an beşdarî bernameyeke televîzyonî bû û ragihand ku di erdheja 6ê Sibatê de li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi giştî 50 hezar û 783 kesan canê xwe ji dest dane.
Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn.
Ji ber erdheja roja 6ê Sibatê, li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi hezaran avahî hilweşiyan û zêdetirî 2 milyon kesan bo bajarên din koç kirin.
Herwiha ji ber erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê jî hejmareke mezin ji avahiyan hilweşiyan û li gorî amarên ne fermî, zêdetir ji hezar kesî canê xwe ji dest dane.