SOHR: Amerîka û HSDê avêtin ser baxê Ebûbekir Bexdadî

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, hêzeke hevbeş a Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û artêşa Amerîkayê, li başûrê Reqayê, avêtin ser baxê Xelîfeyê berê yê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, hêzeke hevbeş a Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û artêşa Amerîkayê, li başûrê Reqayê, avêtin ser baxê Xelîfeyê berê yê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî û dest danîn ser çar bermîl zêr û gelek pere û çendîn belgenameyan.

Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR), ji aliyê HSD û artêşa Amerîkayê ve êrîşî ser baxê Xelîfeyê berê yê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî hat kirin, ku dikeve başûrê Reqayê û berê li wê derê dima, tê de dest bi ser çar bermîl zêr û milyonek Dolar de hat girtin.

SOHRê eşkere kir, di beşeke din a baxê Bexdadî de, çek û alavên xwekujiyê hatine veşartin û ew zêr û pere, ber bi depoyeke hevbeş a navbera HSDê û artêşa Amerîkayê hatine veguhestin.

DAIŞê di sala 2014an de dest danî ser Reqayê, di sala 2017an de ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê ve hat azadkirin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan beriya niha ragihandibû, di 6ê Çileya borî de, HSD depoeyeke din a veşartî ya DAIŞê li gundê Qeyrewanê yê li derdora Qamişlo yê li bakurê Hesekê hatiye dîtin, ku çek û alavên êrîşkirin û xwekujiyê tê de hatine veşartin.