Prof. Dr. Keith Darden: Amerîkî ligel wê yekê ne ku mafê Kurdan ê diyarkirina çarenûsa xwe hebe

"Li Amerîkayê bi giştî hevsoziyeke baş heye ji bo gelê Kurd û doza Kurdan."

Hewlêr (K24) – Li nav gelê Amerîkayê, ewên ku şarezayên dîroka Kurd in, an jî li Iraq û navçeyê kar kirine, hevsoziya wan a mezin ji bo gelê Kurd heye û ew di wê baweriyê de ne ku divê hikûmeta welatê wan nehêle rejîmên navçeyê, Kurdan biçewisînin.

Prof. Dr. Keith Darden ji Kurdistan24ê re ragihand, li Amerîkayê bi giştî hevsoziyeke baş heye ji bo gelê Kurd û doza Kurdan.

Nivîskar û akademîsyenên Amerîkayê jî di dirustkirina bandorê li ser siyaseta welatê de ji bo doza Kurdan, roleke baş lîstine.

Amerîka piştî proseya azadiya Iraqê ji bo çespandina mafên gelê Kurd di nav destûra Iraqê de, xebitiye.

Prof. Dr. Keith Darden ku mamosteyê zanistên siyasî ye li Amerîkayê, behsa wê yekê kir ku hejmareke mezin ji serbazên artêşa Amerîkayê nas dike ku ligel Kurdan û Pêşmerge xebitîne û ji bo Kurdan dilsoz in.

Darden dibêje, ew gelek caran bêzar bûye ku hikûmeta welatê wî li gor pêwîst alîkariya Kurdan nekiriye.

Bi baweriya Prof. Dr. Keith Darden, di nav Amerîkiyan de hevsoziyeke giştî heye ji bo Kurdan bo diyarkirina çarenûsa xwe weke wê piştevaniya ku ji bo Ukrayna, Ermenistan û hemû navçeyên din ku gelên wan di dîrokê de hatine çewisandin.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê Beyan Samî Ebdurehman ji Kurdistan24ê re ragihand, di serdema rejîma Beisê de ku bi deh hezaran Kurd hatin kuştin û enfalkirin, rola Amerîkayê hebû di rawestandina zext û zordariya rejîmê de û sînorek bo destdirêjiyên  wê danî.

Beyan Samî Ebdurehman destnîşan kir, piştî proseya  azadiya Iraqê, Amerîkayê ji bo çespandina mafên neteweya Kurd di nav destûra federal a Iraqê de, kar kir.