Amnesty bang li Libnanê dike dersînorkirina sûriyan bo welatê wan rawestîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî (Amnesty) bang li rayedarên Libnanî dike ku proseya dersînorkirinên penaberên sûrî yên ku ew wekî “neqanûnî” binav dike, rawestînin.

Rêxistina Amnesty ditirse ku ev kes piştî vegera wan bo welatê xwe, rastî “eşkence yan jî çewisandinê” ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve bên.

Hefteya borî artêşa Libnanê bi ser malên malbatên sûrî de li cihên curbicur ên li seranserî welêt de girtin, û bi dehan penaberên ku bi awayekî neqanûnî derbas bûne yan jî dema kartên wan ên niştecihbûnê bi ser çûne, ber bi Sûriyê ve şandin.

Di vê derbarê de, Cîgira Rêvebirê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di Amnesty International de Aya Meczob got: “Ew gelekî xemgîn e ku artêş biryarê li ser çarenivîsa penaberan bide, bêyî ku rêzê li proseya rast bigire, yan rê bide kesên ku bi dersînorkirinê re rûbirû ne, dersînorkirina xwe li dadgehê îtîraz bikin an daxwaza parastinê bikin.”

Her wiha Aya Meczob got: “Nabe penaber ji bo cihekî ku jiyana wî lê di metirsiyê de be, bê vegerandin.”

Got jî: “Libnan li gorî prensîpa nevegerandinê ya di qanûna navdewletî ya mirovî neçar e ku tu kesî venegerîne welatekî ku tê de bi metirsî, eşkence û çewsandinê re rûbirû bimîne.”

Rêxistinên mafên mirovan piştrast dikin ku hin penaber dê piştî vegerê rastî çewsandinê bên, her wiha ew bîrokeya ku ewlehî li Sûriyê pêk hatiye jî, red dikin.

Bi sed hezaran Sûrî piştî destpêkirina xwepêşandanên cemawerî di sala 2011an de, neçar man ku ji welatê xwe birevin Libnanê ku desthilata Şamê bi zorê ew teperser dikirin.

Karbidestên Libnanî dibêjin, nêzîkî du mîlyon penaberên sûrî li Libnanê dijîn û nêzîkî 830 hezar ji wan li Netewên Yekgirtî tomarkirî ne.