Civîna çaralî ya li Moskoyê.. Enqerê daxuyaniyek da, Şam jî red dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Naveroka civîna çaralî ya Tirkiye, Sûriye, Îran û Rûsyayê ya di asta wezîrên berevanî û serokên dezgeha îstixbaratê de eşkere dibe û ji aliyên civînê daxuyaniyên nakok tên belavkirin.

Wezaretên bergiriyê yên Tirkiye û Rûsya di daxuyaniyên xwe yên di derheqê civîna Moskoyê de diyar dikin, wan pirsa asayîkirina pêwendiyên Enqere û Şamê gotûbêj kirine.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê belav kir, Wezîrê Berevaniyê Sergey Şoygu bi her sê hevtayên xwe re mijarên bihêzkirina ewlehiyê li Sûriyê û têkoşîna li dijî terorê gotûbêj kirine û tekez kir ku di hevdîtinê de gavên piraktîkî ji asayîkirina pêwendiyên Sûriyê û Tirkiyê hatin gotûbêjkirin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî ragihand: “Di civînê de, bihêzkirina rewşa ewlehiya li Sûriyê, avêtina gavên berbiçav di warê asayîkirina pêwendiyên Tirkiye-Sûriyê de, têkoşîna li dijî her cure rêxistinên terorîst û komên tundrew li Sûriyê û xurtkirina xebatên ji bo vegerandina penaberên Sûriyê bo warên xwe, hatin gotûbêjkirin.”

Wekî Tirkiye û Rûsyayê, Wezîrê Berevaniyê yê Îranê Mihemed Riza Aştiyanî jî eşkere kir, rojeva sereke ya danûstandinên wan, asayîkirina pêwendiyên Enqere û Şamê bûye û ew digel Rûsyayê ji bo vê armancê hemû hewlên xwe didin.

Aştiyanî her wiha diyar dike jî, ew dixwazin êdî di navbera Tirkiye û Sûriyê de danûstandineke rasterast çêbibe.

Lê Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê daxuyaniya van her sê welatan red dike û dide zanîn ku rojeva wan a sereke, ne asayîkirina pêwendiyên digel Tirkiyê bûye. Wan di civînê de vekişandina leşkerên Tirkiyê ji nava xaka Sûriyê gotûbêj kirine.

Ji aliyekî din ve jî, jêderekî sûrî ji rojnameya “Al-Watan” a Sûrî re tekez kir ku vekişîna Tirkiyê ji nav axa Sûriyê, mijara yekem e ku divê di gotûbêjên civînên asayîbûnê de were çareserkirin.

Şam her çend e li ser vekişîna leşkerên Tirkiyê rijd be, Enqere jî li ser mana xwe ya li Sûriyê rijd e û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavûşoglu rojek beriya civîna Moskoyayê tekez kiribû, vekişîna wan a ji Sûriyê li ser mayîndebûna dewleta wan metirsî ye, ji ber wê jî ew ji Sûriyê vanakişin.