Serokomarê Tirkiyê xelata rêzgirtinê pêşkêşî Serokê Tîma Hawarçûnê ya Herêma Kurdistanê kir

Hewlêr (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan xelata rêzgirtinê pêşkêşî Serokê Tîma Hawarçûnê ya Herêma Kurdistanê Tehsîn Şêro Ehmed kir.

Roja Sêşemê 25ê Nîsana 2023an, li Enqereya paytexta Tirkiyê, di merasîmekê de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Madelyaya Fîdakariya Bilind a Dewletê pêşkêşî tîmên navxwe û navdewletî yên lêgerîn û hawarçûnê kir.

Serokê Tîma Hawarçûnê ya Herêma Kurdistanê Tehsîn Şêro Ehmed bi fermî ji bo merasîmê hat vexwendin û wek nûnerê tîmên hawarçûn û rizgarkirin û tendirustiyê yên Herêma Kurdistanê madelya jê re hat pêşkêşkirin.

Ev di demekê de ye ku li ser daxwaza hikûmeta Tirkiyê û bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di yekem roja erdheja Tirkiye û Sûriyê ya 6ê Sibata 2023an de, tîmên hawarçûnê yên Herêma Kurdistanê, ku ji tîmên Wezareta Navxwe, Wezareta Tendirustiyê û Dezgeha Xêxwaziya Barzanî û Heyva Sor a Iraqî ya Şaxa Hewlêrê pêk hatibû, gihîştin hawara mexdûrên erdhejê.