Abdurrahman Kurt: Pirsa Kurd bi rêya serokatiyeke dualî ya bi hêz dikare çareser bibe

Endamê Lijneya Navendî ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt li ser çareseriya kêşeya Kurd dibêje; ev kêşe ne li parlamentoyê, tenê dikare bi rêya serokatiyeke dualî ya bi hêz bê çareserkirin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Endamê Lijneya Navendî ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt li ser çareseriya kêşeya Kurd dibêje; ev kêşe ne li parlamentoyê, tenê dikare bi rêya serokatiyeke dualî ya bi hêz bê çareserkirin.

Di proseya hilbijartinê ya Tirkiyê yek ji mijarên sereke ku di rojeva her Kurdî de ye çareseriya kêşeya Kurd e. Li gorî Endamê Lijneya Navendî ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt ji ber ku di aliyê Kurdan de serokatiyeke bi hêz nîne, mesele çareser nabe.

Abdurrahman Kurt ji K24ê re diyar kir: “Kêşeya Kurd bi rêya serokatiyeke dualî ya bi hêz dikare çareser bibe. Lê li aliyê din serokatiyeke wisa bi hêz nîne. Di vir de Ocalan got ez bi hêz im û dikarim rêxistina xwe kontrol bikim lê mixabin bi ser neket. Lê ligel ku hestên netewperestiyê yê civaka Tirk bilind in jî Erdogan bi wan re pêywendî danî, hevahengiyek pêk anî û feydeya wî çêbû di warê guherîn û veguherîna civakî de.”

Herwiha bi nêrîna Kurt, PKK careke tenê nêzîkî aştiyê bûye lê ev prose jî ji aliyê welatên rojava ve hatiye sabotekirin.

Abdurrahman Kurt dibêje: “PKK careke tenê nêzîkî proseya aştiyê bû ew jî beriya Xabûrê bû. Lê wê demê jî hêzên rojavayî sê şervanên jin ên PKKyî kuştin û peyamek danê û gotin; eger em ne di nava proseya aştiyê de bin tu jî nikarî li Ewrûpayê bijî. Ji bo PKKê jî Ewrûpa giring e, ji ber ku hemû çavkaniyên wê li wir in. Ji loma jî niha kontrola vê proseyê di destê welatên rojava de ye.”

Endamê Lijneya Navendî ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt dibêje; eger di şuna PYDê de PKKê mil bida ENKSê û bi hêz bikira wê şer û pevçûnên mezin rû nedane.

Abdurrahman Kurt diyar kir: “Di şûna PYDê de eger PKKê piştgiriya ENKSê bikira wê bi Tirkiyê re rakêşekiyên wisa mezin pêk nehatana. Bi vî awayekî ji bo çareseriyê wê zemîneke xurtir pêk bihata. Lê wan çi kir ji bo pêwendiyên li ser neftê yên Barzanî bi Tirkiyê re xurt bûn, li dijî Barzanî wekî bêjin alternatîfa te heye PYDê avakirin.” 

Kurt dibêje; Kurdên li Tirkiyê naxwazin veqetin. Ne wek Kurdên Kudistana Iraqê ne. Têgihên Kurdistana Mezin di nava rûpelên dîrokê de mane. Kurd û Tirk ne mimkûn e ji hev cûda bijîn. Asta çareseriya kêşeya Kurd li Tirkiyê hatiye radeya bihêzkirina rêveberiya xwecihî.