Balyozê dawî yê Tirkiyê li Sûriyê: Enqere zû yan dereng dê hêzên xwe vekişîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê dawî yê Tirkiyê li Sûriyê radigihîne, mijara asayîkirina pêwendiyên di navbera Sûriye û Tirkiyê de, di roj û şevekê de pêk nayê. Dibêje jî, zû yan dereng Tirkiye dê hêzên xwe ji nava Sûriyê vekişîne.

Balyozê dawî yê Tirkiyê li Sûriyê Omer Onhun ku heta Hezîrana 2012an li ser postê xwe mabû, ji “Al-Arabiya” re got: “Asayîkirina pêwendiyên Şam û Enqerê dê ne karekî bilez be, bi taybetî ku mijarin hene divê bêne çareserkirin.”

Bi dîtina Omer Onhun “daxwazên her aliyekî ji aliyê din dikare werin cîbicîkirin.”

Omer Onhun got: “Tirkiye dixwaze ewlehiya xwe biparêze, her wiha şert û mercên pêwîst li Sûriyê ji bo vegerandina bi ewle ya penaberan pêk bîne. Li hember jî Şam dixwaze ku artêşa Tirkiyê ji welatê wê vekişe û dest ji piştgiriya opozîsyonê berde. Ev her du tişt jî dikarin pêk bên, lê belê divê ev daxwaz di çarçoveyeke rast de bêne nîqaşkirin.”

Her wiha got: “Dibe ku di proseya asayîkirina pêwendiyên her du welatan de, hin pêşketin çêbibin, lê ez bawer im ev dê ne di demek nêzîk de be, bi kêmanî dê ne berî hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê yên meha Gulana bê be.”

Vî Dîplomatê tirk tekez kir ku “rayedarên pilebilind ên Tirkiyê bi zelalî amaje bi wê yekê kirine ku Enqere dê di dawiyê de ji Sûriyê vekişe û artêşa Tirkiyê ne ji bo mayîna li wir e, lê belê ji bo parastina ewlehiya sînorên xwe yên başûr li wir e.”

Destnîşan kir jî, “eger lihevkirinek bi Sûriyê re were kirin, ez di wê baweriyê de me ku hêzên Tirkiyê dê vegerin baregehên xwe yên li hundirê Tirkiyê.”

Bal kişand ser wê yekê jî, “gelek grûpên çekdar li Sûriyê hene, çarenivîsa wan jî bi çareseriyeke dawî û siyasî ve girêdayî ye. Ez hêvî dikim di demeke nêzîk de çareser bibe.”

Balyozê dawî yê Tirkiyê li Sûriyê diyar kir jî “dibe ku ev grûp çekên xwe bavêjin û vegerin malên xwe, yan tevlî artêşa Sûriyê bibin, yan jî li gor şert û mercên taybet rê li wan bê dayîn ku bimînin, wek ku berî çend salan li bajarê Dareya bûye.”

Şam ji bo asayîkirina pêwendiyan bi Enqerê re şert û mercên pêşwext datîne, ya herî diyar jî vekişîna hêzên Tirkiyê ji wî welatî ye, ku hebûna wan weke “dagirker” binav dike û daxwaz dike ku Tirkiye destêwerdanê di karûbarên wê yên navxweyî de neke.

Lê belê, Enqere şert û mercên Sûriyê red dike û hebûna hêzên HSDê li herêmên Rojavayê Kurdistanê û li ser sînorên xwe yên başûr wek bihane digire ku metirsiyê li ser ewlehiya wê ya netewî dirust dike.