HRW: Pasewanên Tirkiyê sûriyan li sînor “eşkence didin û dikujin”

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Human Rights Watch (HRW) radigihîne, pasewanên sînor ên Tirkiyê bi awayekî bêserûber welatiyên sûrî yên ku hewl didin sînor derbas bikin, eşkence didin û dikujin. Her wiha bang li Enqerê kir jî, lêkolînê li ser van binpêkirinan bike û wan ceza bike.

Rêxistina HRW îro 27ê Nîsana 2023an di raporekê de diyar kir, “pasewanên sînor ên Tirkiyê bi awayekî bêserûber gule li sivîlên Sûriyê yên li ser sînorê Sûriyê reşandine û eşkence didin û hêzeke zêde li dijî penaxwaz û koçberên ku dixwazin derbasî Tirkiyê bibin, bikar tînin.”

Got jî: “Hikûmeta Tirkiyê divê lêkolînekê di vê derbarê de veke û pasewanên sînor ên ku ev binpêkirinên mezin ên mafên mirovan kirine ceza bike.”

Li gorî HRW, roja 11ê Adarê pasewanên sînor ên Tirkiyê bi awayekî hovane li komek ji 8 welatiyên Sûriyê da ku dixwestin bi awayekî neyasayî derbasî Tirkiyê bibin, di encamê de kesek û ciwanek di bin çavan de canê xwe ji dest dan û yên din jî bi giranî birîndar bûn.

Roja 13ê Adarê jî, pasewanekî sînorî welatiyekî sûrî yê 59 salî dema ku erdê xwe li nêzîkî sînor dajot, gulebaran kir û ew kuşt.

Ji destpêka sala 2023an ve, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, 12 haletên kuştinê û 20 haletên birîndarbûna li ser destên pasewanên sînorê Tirkiyê hatine kirine, tomar kirine.

Rêvebirê HRW yê Ewropa û Asyaya Navîn Hugh Williamson got: “Haletên kuştinê yên bi awayekî hovane ji aliyê pasewanên sînorî yên Tirkiyê ve hatine kirin, bêyî ku hikûmeta Tirkiyê bi awayekî bibandor rûbirûyî wan bibe yan lêkolînê derbarê wan de bike ku ji sala 2015an ve bi sedan sûrî hatine kuştin.”

HRW di rapora xwe de got, ji mafê Tirkiyê ye sînorên xwe biparêze, lê divê di çarçoveya hiqûqa navdewletî û mafên mirovan de be.