Fahrettin Koca: Rewşa tendirustiya Erdogan gelek baş e

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca derbarê tendirustiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de ragihand, "rewşa tendirustiya wî gelek baş e".

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca derbarê tendirustiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de ragihand, "rewşa tendirustiya wî gelek baş e".

Fahrettin Koca li bajarê Konya yê Tirkiyê beşdarî merasîmeke vekirinê bû û di merasîmê de derbarê tendirustiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de daxuyanî da.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê eşkere kir ku ew ji nêz ve rewşa tendirustiya Erdogan dişopînin û got: “Rewşa wî ya tendirustiyê gelek baş e. Bandora enfeksiyona gastroenterît a ku pê ketibû, kêm bûye. Di demeke herî nêz de dê bernameyên xwe bidomîne.”