Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Di demeke nêz de hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê dike

Hewlêr (K24) – Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî eşkere kir, di demeke nêz de dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê tê kirin.

Heyan Ebdulxenî ji ajansa fermî ya Iraqê re ragihandiye, hikûmeta navendî gihîştiye qonaxa herî dawî ya cîbicîkirina rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê, bi taybetî derbarê dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de.

Ebdulxenî diyar kiriye, Kompaniya Somo di proseya îmzekirina girêbestê de ye ligel wan aliyên ku petrola Herêmê dikirrin, di demeke nêz de hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê dike.

Roja 4ê Nîsana 2023an, rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê derbarê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de hat îmzekirin.

Li gor rêkeftinê, petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê ji aliyê Kompaniya Somo ve tê firotin û dahata wê di hesabê bankî yê de tê hilgirtin ku di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye.