Wezareta Ewqaf derbarê êrîşa ser mizgefteke Şingalê de daxuyaniyek belav kir

"Em bêrêzî û destdirêjiya ser mizgeft û her navendeke din a olî, bi tundî şermezar dikin."

Hewlêr (K24) – Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî derbarê êrîşa ser mizgeftekê li Şingalê ji aliyê çend kesan ve, ragihand ku ew bêrêzî û destdirêjiya ser mizgeft û her navendeke din a olî, bi tundî şermezar dikin.

Duh roja pêncşemê 27ê Nîsanê, li Şingalê li dijî vegera hejmarek malbatên Ereb bo deverê, alozî derket û hejmarek kesan êrîşî herema mizgefta navçeyê kirin, li ser vê mijarê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî di daxuyaniyekê de ev êrîş şermezar kir.

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî diyar kir: “Em bêrêzî û destdirêjiya ser mizgeftê û her navendeke din a olî şermezar dikin, em di wê baweriyê de ne ku ev karê nerewa ji edeb û adetên resen ên olî û Kurdewariyê dûr e û hewleke plankirî ye ji bo têkdana aştiya civakî û olî ya li navçeyê.”

Wezaretê diyar kir, hemû ew aliyên ku nahêlin rewşa Şingalê were asayîkirin, berpirsê yekem ê bûyerê ne, ku berdewam rola wan di aloziya deverê de heye.

Li gor daxuyaniya wezaretê, ev cûre kiryar planên kesî ne û pêwendiya wê bi ti olekê tune ye, loma daxwazê ji aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Iraqê dikin, bi awayekî berpirsyariyê serederî ligel rewşa Şingalê bikin û encamderên vê bûyerê destnîşan bikin û rûbirûyî sizayê xwe yê yasayî bikin.