Elissa Slotkin: Divê Amerîka zextê ji bo cîbicîkirina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Endameke Kongressa Amerîkayê ji K24ê re ragihand, divê Amerîka zêdetir fişarê bixe ser aliyan ji bo cîbicîkirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê de ji bo hinartina petrola Herêma Kurdistanê.

Endama Kongressê Elissa Slotkin got: “Me li ser vê yekê gelek niqaş kirin. Ji ber vê yekê bi baweriya min, erkê Wezareta Derve û Kongressê ye ku zextê li aliyan bikin da ku rêkeftina petrolê cibicî bikin.”

Slotkin got jî: Berî her tiştî divê em tekezî li ser cîbicîkirina destûra Îraqê li ser dabeşkirina dahatan bikin, bi taybetî dahata petrolê.

Her wiha got, pêşveçûn û têgihiştineke baş ji bo cîbicîkirina rêkeftina ku di navbera Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Sûdanê Mihemed Şiya de di dema dawî de hatiye îmzekirin heye, lê tenê pêwîst e ew rêkeftin were cîbicîkirin.

Roja 4ê Nîsana 2023an, rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hat îmzekirin.

Li gor rêkeftinê, petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê ji aliyê kompaniya Somo ve dê were firotin û dahat wê di hesabekî taybet yê bankî de were hilgirtin, ku di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de be.