Li Îranê di salekê de zêdetirî hezar karkeran di dema karkirinê de canê xwe ji dest dane

Li welatê Îranê di nava sala borî de zêdetirî hezar karkeran ji ber bûyerên girêdayî kar ve, canê xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li welatê Îranê di nava sala borî de zêdetirî hezar karkeran ji ber bûyerên girêdayî kar ve, canê xwe ji dest dane.

Cîgirê Serokê Peymangeha Bijîşkê Dadwerî ya Îranê Mesûd Qadî Paşa derbarê qurbaniyên girêdayî karkirinê de, ji ajansa karkerên Îranê re ragihandiye, ji 21ê Gulana 2022an heta 21ê Gulana 2023an, zêdetirî hezar karkeran ku ji wan 30 kes jin bûn, di bûyerên girêdayî karkirinê de canê xwe ji dest dane.

Mesûd Qadî Paşa eşkere kiriye, 861 kes ji ber ketina xwarê ji bilindahiyê û ewên din jî bi sedemên cûr bi cûr ên di dema karkirinê de jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha eşkere kir ku sala beriya wê jî, hezar û 910 kesan di bûyerên dema karkirinê de canê xwe ji dest dabûn.