Serokê Herêma Kurdistanê û şandeke bilind a Almanyayê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh li ofîsa xwe li Hewlêra paytext pêşwazî li şandeke bilind a Almanyayê kir û di civînê de bihêzkirina peywendiyên Almanyayê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re gotûbêj kirin.

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh li ofîsa xwe li Hewlêra paytext pêşwazî li şandeke bilind a Almanyayê kir û di civînê de bihêzkirina peywendiyên Almanyayê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û herwiha rewşa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

Êvara duh Duşemê 1ê Gulana 2023an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya şandeke Almanyayê kir ku ji Wezîrê Dewleta Almanyayê yê ji bo Hevkarî û Pêşkeftina Aborî Jochen Flasbarth û Wezîrê Dewletê ji bo Karûbarên Darayî Werner Gatzer pêkhatibû.

Di civînê de ku Balyozê Almanyayê yê li Iraqê û Konsulê Giştî yê Almanyayê yê li Hewlêrê jî têde amade bûn, pêşxistina peywendiyên Almanyayê yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û bi giştî rewşa Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, şanda Almanyayê piştgiriya wî welatî bo Iraqê û Herêma Kurdistanê nîşan da û tekezî li ser xwesteka Almanyayê ji bo pêşxistina peywendiyên bi Herêma Kurdistanê re di hemû waran de kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di hevdîtinê de ji ber piştgirî û alîkariyên bo Kurdistanê spasiya gel, hikûmet û parlamentoya Almanyayê kir û tekez kir, Herêma Kurdistanê dixwaze di hemû waran de peywendiyên xwe yên bi Almanyayê re pêşbixe.

Nêçîrvan Barzanî herwiha ragihand, Herêma Kurdistanê amade ye ji bo hilberînerên Almanyayê û sektora taybet hemû asankariyan bike.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, mijarên wek bandora guherîna avhewayê li ser Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên herêmê bi giştî û mijarên din ên ku bo her du aliyan giring in, di civînê de hatin nîqaşkirin.

Herwiha di beşekî civînê de Balyozê Almanyayê yê li Iraqê xatirê xwe xwest ku biryar e di demeke nêzîk de erkî wî yê li Iraqê bi dawî bibe û Nêçîrvan Barzanî jê re hêviya serkeftinê di erkê nû de kir.