Îro Wezîrê Berevanî yê Îtalyayê serdana Herêma Kurdistanê dike

Wezîrê Berevanî yê Îtalyayê Guido Crosetto bi serdaneke fermî digihe Hewlêrê û ligel rayedarên payebilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dicive.

Hewlêr (K24) – Îro Wezîrê Berevanî yê Îtalyayê bi serdaneke fermî digihe Hewlêrê û ligel rayedarên Herêma Kurdistanê dicive.

Îro Sêşemê 2ê Gulana 2023an, Wezîrê Berevanî yê Îtalyayê Guido Crosetto bi serdaneke fermî digihe Hewlêrê û ligel rayedarên payebilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dicive.

Ev di demekê de ye kuroja Înê 23ê Kanûna 2022an, Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni gihîştibû Herêma Kurdistanê û li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hatibû pêşwazîkirin.

Giorgia Meloni piştî vegera ji Herêma Kurdistanê bo Îtalyayê, di twîtekê de spasiya Mesrûr Barzanî kiribû û ragihandibû: “Em ê di piştevanîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê de berdewam bibin.”

Serokwezîra Îtalyayê di beşeke din a twîta xwe de diyar kiribû: “Em ji bo dilniyabûna ji silametiya welatiyên me û pêşvebirina hevahengiya aboriya me, bi hev re kar dikin.”