Mesrûr Barzanî û Cîgirên Serokê Parlamentoya Iraqê rewşa Iraqê gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirên Serokê Parlamentoya Iraqê Muhsîn Mendelawî û Şaxewan Ebdullah kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirên Serokê Parlamentoya Iraqê rewşa Iraqê gotûbêj kirin.

Îro Sêşemê 2ê Gulana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirên Serokê Parlamentoya Iraqê Muhsîn Mendelawî û Şaxewan Ebdullah kir.

Di civînê de guherîn û pêşhatên herî dawî û rewşa giştî ya Iraqê hatiye gotûbêjkirin û tekezî li ser girîngiya pesendkirina yasaya budceya giştî ya federal û dabînkirina maf û heqên destûrî yên gelê Kurdistanê û piştevanîkirina cîbicîkirina karnameya wezarî ya hikûmeta federal hat kirin.